DEM Partîyê biryara xwe ya namzedê Stenbolê da
PeyamaKurd - DEM Partiyê biryar da di serî de li Stenbolê û çend bajarên din ên Tirkiyeyê, namzedên xwe ji bo hilbijartinên şaredariyê nîşan bide.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi rojeva hilbijartinên şaredariyan civiya û biryar hate dayîn, bi taybetî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzedê xwe nîşan bide.
Her çiqas namzed hîn nehatiye eşkerekirin jî li ser fişara raya giştî tê çaverêkirin ku ji bo namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş were destnîşankirin ku du roj berê jî serlêdana fermî bo namzediyê kiribû.
Herwiha biryar e DEM Partî li Boluyê Velî Saçilik, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Kemal Bûlbûl ê ku Parlamenterê Antalyayê yê HDPê bû nîşan bide.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî civîna Desteya Rêveberiyê li ser hesabê xwe yê medyaya got: “Civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya me ku bi rojeva hilbijartinan kom bûye berdewam dike. Helbet yek ji mijarên herî girîng ên di rojeva me de Stenbol e. Sibe (Yekşemê) demjimêr 14:00an em dê helwesta xwe ya derbarê Stenbol û bajarên din de li navenda giştî ya avahiya xwe ragihînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin