Namzedê AKPê yê saredariya Îstenbolê Murat Kurum e

07 January 2024 01:11 0 dîtin
Namzedê AKPê yê saredariya Îstenbolê Murat Kurum e

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokkomar Tayip Erdoğan ji Murat Kurum re bi fermî xeberê şandiye ku namzedê AKPê yê şaredariya Îstenbolê ew e. Kurum li Îstenbolê li ofîsa xwe pîrozbahiyan qebûl kir. Kurum ji tîma xwe ya hilbijartinê re axaftinekî kiriye û gotiye ku wê kampanya xwe di ser pirsgirêka erdhejê de bimeşîne.

Serokkomar Erdoğan, wê roja yekşembê li Îstenbolê civînekî bike, wê namzedê şaredariya Îstenbolê û 27 namzedên din yên navça û 12 namzedên şaredariyên ragihîne.

Murat Kurim ji xelkê Ankara ye, endazyare û lîsansa xwe ya bilind di babeta guherandina bajavaniyê de kiriye. Kurum, dewreyekî wezîrê hawirdoriyê, bajarvanî û guherîna kêş û hewayê bû.