Namzedê DEM Partiyê yê saredariya Batmanê bû qurbanê wêneyekî: Hate îxrackirin
PeyamaKurd – Namzedê hevseşaredariya Batmanê bo hilbijartinên 31ê Adarê parêzer Mehdî Oztuzun, bi daxuyaniyeke komele û rêxistinên girêdayî DEM Partiyê hem ji hate vekişandin hem jî ji partiya xwe hate îxrackirin.
Piştî wêneyê ligel Ramanli rastî helwesteke tund hatibû
Piştî wêneyê Oztuzun bi namzedê HUDA PARê Serkan Ramanli re di dema maça Petrolsporê de belav bûbû, rêxistina bajarê Batmanê ya DEM Partiyê li ser medya civakî daxuyaniyeke tund belav kiribû.
Mehdî Oztuzun jî piştî 13 rojan bi ser wê daxuyaniyê de, doh 11ê Adarê li ser medya civakî vîdyoyek tomar kiribû û gotibû, ew hê jî li bendê ye wê daxuyaniyê rakin û bersivekê bidin wî.
Ti pêwendiya partiya me pê re nemaye
Îro 12ê Adarê jî komele û rêxistinên bi ser DEM Partiyê ve yên li Batmanê, li avahiya bajêr a DEM Partiyê di civîneke rojnamevanî de, ragihandin ku Mehdî Oztuzun ji namzediya hilbijartinên şaredariyê hatiye kişandin û ji partiyê jî hatiye îxrackirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Rêxistina Batmanê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz ve hate xwendin de, Oztuzun bi dijatiya sîstema hevseroktiyê hate tawanbarkirin û wiha hate gotin:
“Di qonaxa em hatinê de ji ber helwesta wî ya dijî çanda me ya welatparêziyê û îradeya jinê, di navbera partiya me û Mehdî Oztuzun de ti pêwendiyek nemaye. Em ji raya giştî re radigihînin ku Oztuzun ne namzedê me yê hevseroktiya şaredariyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin