Namzedê partiya CHPê yê saredariya Sûrê li mala mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê namzedê şaredariyê yê partiya CHPê yê navça Sûrê Abdülkadir Bedir di mala xwe ji serê wî de bi gulê lêxistî hat dîtin.
Di hilbijartina 31ê Adarê de ji CHPê namzedê şaredariya Sûrê bû. Lê li navça Peyasê (Kayapınar) li taxa Mazopotamyayê di sîtekî de bi tena serê xwe dijiya.
Dema mirovên wî jê agahiyê nastînin, diçin mala wî û dibînin ku ji birîna serê xwe miriye. Telefona tîma lezgîn ya 112an dikin, polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê. Paşî cenazê Bedir ji bo otopsiyê dibin Tib a Edlî.
Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin