Tirkiyê ji bo namzedê sekreteriya gistî ya NATOyê biryara xwe da

29 April 2024 17:36 0 dîtin
Tirkiyê ji bo namzedê sekreteriya gistî ya NATOyê biryara xwe da

PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand ku ew dê di hilbijartinên sekreteriya giştî ya NATOyê de, Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte.

Li gorî ragihandina medya fermî ya Tirkiyê, çavkaniyên dîplomatîk eşkere kirine ku piştî hevdîtina 26ê Nîsanê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Mark Rutt, biryar hatiye dayîn di hilbijartinên sekreteriya giştî ya NATOyê de piştevaniya Rutt bikin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê îro Tirkiye vê biryara xwe ji endamên NATOyê re jî ragihîne.

Mark Rutt di civîna hevbeş a ligel Erdogan de gotibû, pêdiviya baskê başûr ê NATOyê bi lîdertiya Tirkiyeyê heye.