Sekreterê Gistî yê Natoyê li ser biryara dorpêçên Tirkiyê daxuyaniyek da
PeyamaKurd – Li ser biryara dorpêçên Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê Natoyê Jens Stoltenberg, daxuyaniyek belav kir û diyar kir, divê Amerîka û Tirkiye çareseriyekê ji bo S-400an bibînin.
Sekreterê NATO Jens Stoltenberg dide zanîn, Amerîka û Tirkiye jî endamên NATO ne û divê çareseriyekê ji krîza sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 re bibînin.
Jens Stoltenberg destnîşan dike, ew xemgîn e ji ber ku hevpeymanên NATO dikevin rewşa dorpêçkirina hev û bang li her du aliyan kir, da ku çareseriyeke erênî bibînin.
Stoltenberg bal kişan ser wê yekê jî ku bazar li ser sîstema mûşekî ya Patriotên Amerîkî û SAMP/T ya Ewropî jî têne kirin û got ev her du sîstem bi sîstemên berevaniyên NATO diguncin.
Amerîka, bi sedema S-400a Rusî bi sîstemên berevaniya NATOyê naguncin, Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35 derxist.
Tirkiyê û Rûsya, peymana sîstema mûşekî ya S-400 bi buhayê 2 milyar û nîvan, di sala 2017an îmze kiribûn. Meha Hezîrana 2019an ew sîstem gihîşt Tirkiyê û îsal meha Cotmehê hate testkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin