Stoltenberg: “Mark Rutte namzedê sekreteriya gistî yê NATO ye”

18 June 2024 22:20 0 dîtin
Stoltenberg: “Mark Rutte namzedê sekreteriya gistî yê NATO ye”

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte namzedê nû yê sekreteriya NATO ye.

Stoltenberg ragihand ku hevkarên NATOyê ji bo sekreteriya Rutte nêzî biryarekî ne ku bidin û Stoltenberg got ku ew difikire Rutte namzedekî xwurt e.

Stoltenberg di çarçova seredana fermî ya ji bo Amerîkayê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civîna çapemeniyê li dar xist û got:

“Wê sekreterê ayinde kî be, di nav hevkaran de em gelek nêzî encamê ne kul i serê lihev bikin. Bi ya min xeberekî başe. Difikirim ku Mark Rutte namzedekî xwurte. Weke serokwezîrekî, tecrubên wî gelekin. Hemkarê min yê nêze û difikirim ku di wextekî nêz de wê biryarê ji bo xelefê min bidin û ev wê ji bo me hemûyan û NATO jî dê baştir be.”