Mark Rutte û Klaus Iohannis ji bo sekreteriya NATOyê berbijêrin
PeyamaKurd – Wextê sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di 1ê Cotmehê de diqede û ji ber şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê du cara wextê wezîfa Stoltenberg hatibû dirêjkirin.
Niha, Îngîltere, Amerîka, Fransa û Almanya desteka xwe ji bo serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ragihandin. Li aliyê dinê serokkomarê dewleta Romanyayê Klaus Iohannis îro li payîtexta Romanyayê li Bukreşê li Koşka Cotroceni ji bo sekreteriya giştî ya NATOyê berbijêriya xwe ragihand û got:
“Min biryarê da ku bikevim pêşbirka berbijêriya serkereteriya NATOyê. Divê welatên rojhilatê Awrûpayê bi xwurtî di NATOyê de xwe temsîl bikin. Ez difikirim ku divê misyona NATOyê xwe nûh bike. Desteka Rojhilatê Awrûpayê ji bo NATOyê bi qiymetin. Ji vê herêmê bi temsîleka bi mêzên, xwurt û bi bandor wê bikaribe bersiva temamê endamên NATOyê bide û ji bo endîşeyên wan çareser bike biryaran bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin