Li Stenbolê balafira rêwiyan li ser pîstê parçe bû û agir pê ket

05 February 2020 21:20 0 dîtin
Li Stenbolê balafira rêwiyan li ser pîstê parçe bû û agir pê ket

PeyamaKurd - Balafireke kompaniyeke taybet a rêwiyan ku ji bajarê Îzmîrê ketibû rê, dema li Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê danî, parçe bû û şewatê dest pê kir.

Li gorî zanyariyên destpêkê hejmarek rêwî birîndar bûne, lê rewşa dawî hîn zelal nebûye.

Tîmên agirkujîyê û hawarçûnê li balafirxaneyê mudaxeleyî balafira ketî dikin.

Piştî bûyerê berê balafirên ku li Sabiha Gokçen deynin vegerandin Balafirgeha nû ya Stenbolê.

Li ser medya civakî dîmenên parçebûna balafirê û rêwiyên ku birîndar bûne hatin belavkirin...