Li Stenbolê di navbera malbateke Colemêrgî û Sînopî de ser derket: 4 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li navçeya Kuçukçekmece ya ser bi parêzgeha Stenbolê ve, di navbera malbateke Colemêrgî û Sînopî de şer derket û di encamê de 3 kesên Colemêrgî, kesekî Sînopî hatin kuştin.
Li gor zanyariyan, do di 24ê Adara 2022ê de, li parka otomobîla a Dadgehê, di navbera malbateke parêzgeha Colemêrgê û Sînopê şer derket û di encamê de 3 kesên ji Colemêrgê û kesek jî ji malbata Sînopê hatin kuştin.
Serokê Komeleya Colemêrgê a Stenbolê Selim Mavi daxwaz kir ku ev bûyer bi her alî bê lêkolînkirin û zanyariyeke zêlal bê dayîn.
Selim Mavî eşkere kir: “3 hembajariyên me di vê êrîşê de hatine kuştin. Kesên ku can dane Nazim Sozer, Ercan Sozer û Kadir Mendanoglu ye û Erdal Sozer jî bi giranî birîndar bûye. Li gor rewşa êrîşê em karin bêjin malbata Sînopî ji bo şer amadekariyên xwe kirine lê derbarê sedema şer de em nikarin bi zelalî tiştekî bêjin. Li gor agahiyên me wergirtine 18 kes hatine desteserkirin û lêpirsîna wan berdewam e.”
Li gor agahiyên hatine belavkirin, tê îdîakirin ku şer ji ber dozeke dadgehê derketiye, lê agahiyên zelal heta niha nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin