Li Stenbolê merasîma îmzekirina genim di navbera Rûsya û Ukrayna de birêve diçe
PeyamaKurd – Îro înê li Stenbolê bi amadebûna Serokomarê Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, rayedarên Rûsî û Ukraynî, merasîma îmzekirina rêkeftina navbera Rûsya û Ukraynayê ya li ser destpêkirina hinardeya genim ji bo cîhanê tê lidarxistin.
Serokatiya Serokomariya Tirkiyê, li ser rêkeftina genim ku wê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bê îmzekirin de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, îro înê bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, li ofîsa Koşka Dolmabahçe ya li Stenbolê, wê di navbera Rûsya, Tirkiye û Ukraynayê de, derbarê hinardekirin û veguhastina genimê Ukraynayê de rêkeftinek were îmzekirin.
Herwiha Washingtonê jî pêşwazî li rêkeftina navbera Rûsya û Ukraynayê ya derbarm hinardeya genim de dike, herwiha daxwaz dike ku Moskow rêkeftinê cîbicî bike.
Hêjayî gotinê ye, ev rêkeftin ji bo derxistina bîst milyon ton genimê Ukraynayê bi rêya benderan ji bo cîhanê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin