Li Stenbolê lîderê kartela tiryakê ku bi bultena sor dihat xwestin hat girtin!
PeyamaKurd – Yerlikaya bi hişyariya sor ragihand, di encama operasyona ku li Uskudarê hat lidarxistin de lîderê kartela tiryakê ya navneteweyî hatiye girtin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku lîderê kartela tiryakê ya navneteweyî ya Xirwatîstanê Nenad Petrak ku Înterpolê bi îxbara sor lê digeriya, li Uskudara Stenbolê hat girtin.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ev tişt anî ziman:
“Bi ‘Operasyona Kartel2’ ya ku li Stenbolê hat lidarxistin, rayedarên Xirwatîstan û Înterpolê; Nenad Petrak, welatiyê Xirwatî yê 'kartela tiryakê' ya navneteweyî ku bi îxbara sor lê dihat xwestin, dermanên ku ji Amerîkaya Başûr bidest dixist li Ewropayê belav dikir û wekî serkêşê koma sûcên organîze di çarçoveya Ewropayê de hat nasîn di "Operasyona Adriatîka" ya berfireh de, li Uskudarê hat girtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin