Serkêsê tiryakê li Stenbolê hat girtin!

03 February 2024 17:27 0 dîtin
Serkêsê tiryakê li Stenbolê hat girtin!

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku serokê kartela tiryakê Rawî Alî Qureşî ku Hollandayê bi Daxuyaniya Sor a Înterpolê lê digeriyan, li Stenbolê hat girtin.

Alî Yerlîkaya dîmenên operasyonê li ser medyaya civakî parve kir û da zanîn ku serokê kartela tiryakê ku ji aliyê Hollandayê ve bi teblîgata sor dihat lêgerîn, hat girtin.

Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Ravî Alî Qureşî, serkêşê Kartela Hişbirê ku di asta navneteweyî de ji aliyê Hollandayê ve ji ber sûcê 'bazirganiya tiryakê' bi Daxuyaniya Sor a Înterpolê dihat xwestin, li Stenbolê bi operasyona 'Cartel-5' hat girtin."