Bazirganekî biyanî yê tiryakê hat girtin

10 November 2024 20:01 0 dîtin
Bazirganekî biyanî yê tiryakê hat girtin

PeyamaKurd – Di dema ku welatiyekî biyanî yê ku qaçaxçîtiya tiryakê dikir hat girtin, 11 kîlogram kokaîn hat bidestxistin.

Di 03.11.2024an roja yekşemê de ji teref Midûriyeta Têkoşîna Bi Tiryakê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî bidestxistina agahiyên rast, di encama lêkolînên çend heftiyan de, di operasyona 8ê Mijdara 2024an de ji aliyê tîmên lêkolînê yên girêdayî rêveberiya me ya li Hewlêrê ve, 11 kîlogram kokaîn hatiye bidestxistin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku madeyên di operasyonê de hatin bidestxistin, ji Gîneyê anîne Herêma Kurdistanê.

Hat diyarkirin ku hemû gumanbarên hatin desteserkirin radestî polîsan hatin kirin û di çarçoveya qanûna têkoşîna li dijî tiryak û madeyên derûnî de wê derbarê wan de tedbîr bên girtin.