Li Silêmanîyê 52 kesên biyanî hatin girtin
Peyama Kurd - Hêzên Parastina Sînoran a Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser sînorên Silêmaniyê 52 kesên biyanî hatine girtin.
Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên ku wan pêk anîye de 52 kesên biyanî hatine girtin.
Fermandarîyê da zanîn ku 52 kesên ku hatine girtin, xwestine bi rêyên deryasayî derbazî nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê bibin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi van 52 kesan re gelek kelûpel jî hatine girtin.
Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran herwiha da zanîn ku di derbarê 52 kesên hatine girtin de pêvajoya karên fermî hatiye destpêkirin.
Fermandarîyê di daxuyanîya xwe de di derbarê nasnameya wan 52 kesan de ti agahî parve nikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin