Îran: Di xwepêsandanan de 9 kesên biyanî hatin girtin

30 September 2022 23:08 0 dîtin
Îran: Di xwepêsandanan de 9 kesên biyanî hatin girtin

PeyamaKurd – Wezareta îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku di xwepêşandanan de 9 kesên biyanî hatine girtin. Wezaret ragihand ku piştî keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê Tehranê de hat kuştin, xwepêşandan destpêkirine û di çalakiyan de 9 kes ji hemwelatiyên Almanya, Polonya, Îtalya, Fransa, Îsveç û Hollanda hatin girtin.

Wezareta îstîxbaratê ya Îranê piştî kuştina Emînî protestoyên tên kirin weka komployekî piralî ku ewlehiya netewî ya Îranê xistine hedefê nîşan da. Wezaret weha got:

“Di operasyonên ser kesên ku ewlehiya Îranê tehdîd dikin de, kesên ku çalakiyan birêdixin an xelkê ber bi çalakiyan dehf didin an xeberên nerast radigihînin û endamên Mucahidên Xelk ku 49 kesin hatine girtin. Ji partiyên ku li bakûrê Iraqê xebatê dikin, ji IKDP ê, Komele, PAK û PJAK ê 77 kes hatine girtin û di nav wan de kesekî heye ku di asta bilind de li herêmê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê de, di baregehên wan de perwerdê diye û endamê rêxistinekîye û di asta bilind deye.

Di dema xwepêşandanan de 5 endamên DEAŞ ê hatine girtin û bi wan re 36 kîlo teqemenî hatiye girtin.”