Li Stenbolê Lutkeya çarqolî ya çareserkirina krîza zad û xidayan birêve diçe
PeyamaKurd – Şandên Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî, ligel şanda Tirkiyê li Stenbolê ji bo çareserkirina krîza hinardekirina zad û xidayan bi rêya Derya Reş, li Koşka Kalender hatin cem hev.
Di lutkeya çarqolî de, krîza hinardekirina zad û xidayên Ukrayna û Rûsyayê bi rêya deryayê tê gotûbêjkirin ku piştî êrîşên Rûsya yên ser Ukraynayê ji ber girtina benderan ew krîz rû dabû û bi bilindbûna bihayan re bandor li hemû cîhanê kiribû.
Tê çaverêkirin, li ser pêşniyara Tirkiyê bi lihevkirina ligel Rûsya korîdoreke veguhestina zad û xidayan ji ser Ukraynayê bo cîhanê were vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin