Lutkeya YEyê dest pê kir: Mijarên sereke krîza aborî û Ukrayna ne...

23 March 2023 21:04 0 dîtin
Lutkeya YEyê dest pê kir: Mijarên sereke krîza aborî û Ukrayna ne...

PeyamaKurd – Lutkeya serokên 27 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) îro 23yê Adarê li Brukselê dest pê kir.

Hat ragihandin ku wê serokên welatên Ewropayê mijarên mijarên aboriyê, reqabeta pîşesaziyê, krîza banke û enerjiyê û piştgiriya bo Ukraynayê gotûbêj bikin.

Di lutkeya ku 2 rojan dom dike de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî beşdar e û Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel serokatiya lutkeyê dike.

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî cara yekem bi rêya vîdeo konferansê beşdarî lutkeya YEyê dibe.

Biryara paketa piştgiriya çekan a 2 mîlyar dolara bo Ukraynayê û tedbîrên ewlehiyê yên ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê werin nîqaşkirin.

Herwiha tê çaverêkirin li ser mijara koçberan jî rawestin û derbarê koçberên neqanûnî de daxwaza hevgirtineke zêdetir bê kirin.