Amerîka: Me nîgeraniya xwe li ser beyannameya destûrî ya Sûriyeyê nîsan da

22 March 2025 10:41 0 dîtin
Amerîka: Me nîgeraniya xwe li ser beyannameya destûrî ya Sûriyeyê nîsan da

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di civîneke rojnamevaniyê de li ser destûra nû ya Sûriyeyê, ku ji aliyê Ehmed Şara, Serokê Hikûmeta Demkî ve hatî îmzekirin, axivî. 

Wê nîgeraniyên xwe yên li ser “komkirina desthilatê” li Şamê anî ziman û bang kir ku hikûmeteke piralî û bi birêveberiya sivîlan ava bibe, da ku maf û azadiyên hemû Sûriyeyiyan were parastin. 

Bruceê got, Amerîka dê kiryarên hikûmeta demkî bişopîne û piştgiriya gelê Sûriyeyê bidomîne.

Derbarê Îranê de jî wê diyar kir ku Serok Trump “kampanyaya zexta herî zêde” ji nû ve daye destpêkirin, ji bo rawestandina bernameya nukleerî û mûşekî ya Îranê û piştgiriya wê ya ji bo terorê.

Wê got, Amerîka bi cezayan û rêyên dîplomatîk dê nehêle Îran bibe xwedî çekên atomî.