Li Sûdana Basûr helîkoptereke Neteweyên Yekbûyî hat xistin
PeyamaKurd – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Sûdana Başûr (UNMISS) ragihand ku helîkoptereke Neteweyên Yekbûyî ya ku li bajarê Nasir ê eyaleta Nîlê ya Jorîn a li bakurê Sûdana Başûr sefera tehliyekirinê dikir, di encama gulebaranê de ket xwarê, di encamê de personelekî Neteweyên Yekbûyî canê xwe ji dest da, 2 personel jî birîndar bûn û hin leşkerên Sûdana Başûr jî mirin.
UNMISSê der barê helîkopterê de ku hatiye xwarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,
“Îro helîkoptereke Neteweyên Yekbûyî ya ku li Nasira eyaleta Nîlê ya Jorîn operasyona tehliyekirinê dikir, rastî gulebaranê hat û di encamê de yek ji personelê me canê xwe ji dest da û 2 jî bi giranî birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku gelek endamên Hêzên Parastina Gel a Sûdana Başûr (SSPDF) hatin kuştin ku di nav wan de generalek jî birîndar bû.
Daxuyaniyê her wiha bal kêşa ser ku ev tehliyekirin beşek ji hewlên UNMISS bûn ji bo rêgirtina li tundûtûjiyê li Nasirê û kêmkirina aloziyên siyasî piştî pevçûnên vê dawiyê di navbera SSPDF û ciwanên çekdar de ku di encamê de qurbaniyên girîng û koçberkirina sivîlan çêbûn.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê UNMISS, Nicholas Haysom jî got:
“Êrîşa li ser personelên UNMISSê nefret e û dibe ku sûcekî şer be li gorî qanûnên navneteweyî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin