Li Sudanê, agirbesta demkî hat ragihandin!
PeyamaKurd- Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li Sûdanê ragihand ku ew ê agirbesta 72 saetan pêk bînin.
Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) ku ji 15ê Nîsanê û bi vir ve li Sudanê bi artêşê re di nav pevçûnan de ye, ragihand ku ew ê ji roja destêkê ya Cejina Remezanê ve agirbesta 72 saetan pêk bînin.
Li ser mijarê, daxuyanî li ser hesabê medyaya civakî ya HDKê re hat ragihandin û hat gotin ku
"Agirbest, rastî Cejina Remezanê tê. Ji bo vekirina korîdorên mirovî yên ji bo tehliyekirina welatiyan û ji bo pîrozkirina cejinê ya bi malbatên xwe re dê 72 saetan agirbesteke demkî bê pêkanîn û dê agirbest di roja destpêkê ya Cejina Remezanê de li gorî saeta herêmî saet 06:00an dest pê bike.”
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin ragihandin, tevî biryara agirbestê jî piştî nimêja cejinê, li Xurmatûyê dengê çekan dewam kir.
Di 15ê Nîsanê de serê sibehê li paytexta Sudanê Xartûmê û bajarên din, di navbera artêş û rêxistina sivîl a paramîlîter de pevçûnên çekdarî derketibûn û nakokiyên di navbera artêş û HDKê de li ser reforma ewlekariya leşkerî ku tevlîbûna HDKê di nav artêşê de tê pêşbînîkirin ku di van çend mehên dawî de veguherî pevçûneke germ.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin