Li Ukraynayê agirbesta demkî hat ragihandin
PeyamaKurd – Li Ukraynayê, ji bo vekirina korîdorên mirovî li ber sivîlan, agirbesta demkî hat ragihandin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê diyar kir, agirbest îro 05.03.2022yê di saet 10.00 ket warê cîbicîkirinê.
Li gor zanyariyan, agirbest ji bo niştecihên Mariupol û Volnovakha ye da ku ji bajêr derkevin. Ew her du bajarên li herêma Donetskê, niha di bin dorpêça hêzên Rûsyayê de ne.
Herwiha ne diyar e wê agirbest çend saet an rojan berdewam bike. Lê piştî civîna dawî ya şandên Ukrayna û Rûsyayê li Belarusê, her du alî gihiştibûn rêkeftinê ku li Ukraynayê korîdên mirovî ji bo derketina sivîlan bên vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin