Li Sûdanê pevçûn dijwar bûn
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku pevçûnên li Sûdanê piştî hevdîtinên ku di 7ê Mijdarê de li Ciddeya Erebîstana Siûdî hatin kirin, gurtir bûn.
Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Afrîka, Martha Pobee, kêfxweşiya xwe anî ziman ku aliyan di hevdîtinên Ciddeyê de di derbarê alîkariyên mirovî de gav avêtin.
Pobee amaje bi wê yekê kir, berovajî daxuyaniyên aliyên ku dibêjin ew amade ne ji bo agirbestê danûstandinan bikin, rewşa li ser erdê xirab bûye.
"Mixabin di hevdîtinên Ciddeyê de aliyan nekarîn li ser agirbestê li hev bikin. Berovajî vê yekê pevçûn gurtir bûn." Di parvekirina zanyariyên xwe de Pobee diyar kir, Sûdan bi qeyranek mirovî ya tirsnak re rû bi rû ye.
Pobee eşkere kir, li Sûdanê 7,1 milyon kes ji cih û warên xwe bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin