Li Sûdanê pevçûn çêbû: Kustî hene!

04 September 2023 00:00 0 dîtin
Li Sûdanê pevçûn çêbû: Kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî çapemeniya Sûdanê ragihand, di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de pevçûn derket û li Xartûmê ya paytexta Sûdanê 20 kes hatin kuştin.

Di agahiyên ku hatin parvekirin de hat diyarkirin ku şahedên pevçûnan diyar kir ku taxên derdora navenda Yekîneyên Zirxî yên li başûrê Xurmatê û di bin bombebarana asîmanî de ne. 

Di çapemeniya welêt de hat ragihandin ku di pevçûnên li Taxa Kelakla ya li başûrê Xartûmê de 20 sivîlên ku di nav wan de zarok jî hene, hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku dema ku çeperên HDKê yên li taxên Erkevît, Sahafa û Mamûra yên Xartûmê hedef digirtin, dengê teqînên mezin hatin bihîstin û dûman ji herêmê bilind bû.

Her wiha hat zanîn ku li taxên nêzî navenda Sendîkaya Endezyarên Artêşê ya Umdurmanê, bi çekên giran pevçûnên dijwar rû dan.

Li ser şer û pevçûnên ku derketin, heta niha ji aliyê artêşê û HDKê ve tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.