Li Sûdanê li Darfûr a Bakûr bi IHAyê êrîs kirin ser penaberan: 21 kustî hene

28 December 2024 19:09 0 dîtin
Li Sûdanê li Darfûr a Bakûr bi IHAyê êrîs kirin ser penaberan: 21 kustî hene

PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê li bajarê Faşirê ew kesên ku ji ber şer reviyabûn û di dibistanekî de dihewiyan, bi dronê (İHA) li wan xistin û di encamê de 21 kes mirin û 17 kes birîndar bûn. Tê gotin ku êrîş ji aliyê Hêzên Desteka Lezgîn (HDL) de hatiye kirin lê êrîşker esas nayên zanîn.

Gotina ku dibêjin êrîş ji aliyê HDL de hatiye kirin, ji aliyê komîteyên berxwedêr yên bajarê Faşirê de tê gotin.

Li aliyê dinê, koordinasyona penaberan û kesên ji ser warên xwe hatine kirin, dibêje ku êrîşekî jî  bi topê hatiye kirin ser kampa penaberan ya Ebu Şokê û êrîş ji aliyê HDL de hatiye kirin. Tê gotin ku di kampê de navenda tenduristiyê jî ketiye ber êrîşê, mirî û birîndar hene.

Li Sûdanê ji 15ê Nîsan a 2023an heya niha, di navbera artêşê û hêza ku ji artêşê veqetiyaye ya bi navê HDLê, di mijara desthilat, entegrasyon û reformên leşekerî de li hev nakin û şer dikin.