Di nav masîgirrên Etiyopya û Kenyatê de pevçûn derket: 13 kustî, 3 birîndar û 22 wenda hene
PeyamaKurd – Li ser sînorê navbera Etiyopya-Kenyayê, li devera Çemê Omoyê di, navbera masîvanên Etiyopyayê-Kenyayê de şer derket û di encamê de 13 kes mirin, 3 kes birîndar bûn û 22 kes heya niha wendane. Şer di deverên bi navên Lopeimukat û derket.
Parêzgerê Turkana yê Kenyayê Jeremiah Lomorukai ragihand ku destpêka pevçûnê roja êvara Şemiya borî destpêkir û 15 tekne hatine dizîn û ji Etiyopyayê ji etnîsîteya Desenechê 6 masîgir hatine rizgarkirin û wan şandine welatê wan.
Wezîrê karên derve yê Kenyayê Kipchumba Murkomen got ku li ser sînor ewlehiyê zêdetir kirine û ji bo lihevhatinê bi terefê Etiyopyayê re têkiliyan danîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin