Li Sûdanê tevî agirbestê jî ser dewam dike: 330 kustî…
PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê ku artêşa welat û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) çend roj in ketine nav şerekî giran, tevî agirbesta hatiye ragihandin jî dewam dike.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), di nav 6 rojên şer de, 330 kes hatine kuştin û pêleke mezin a koçberiyê li paytexta Sûdanê Xertûmê dest pê kiriye.
Herdu hêzên dewletê ku şerê hev dikin, du roj berê bi bangewaziyên navdewletî re agirbest ragihandibûn, lê agirbest tê binpêkirin û herdu alî jî hevdu tawanbar dikin.
Gelek welat ketina nav hewldanên ku hemwelatiyên xwe ji nav Sûdanê derxin.
Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre bang li herdu hêzên Sûdanê kir, ji bo bidawîkirina şer dîyaloga rasterast bidin destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin