Li taxa Kurdan a Helebê otomobîlek hat teqandin: 1 kustî, 2 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 24ê Sibatê piştî nîvro li taxa bakurê Helebê Şêxmexsûd a piraniya niştecihên wê Kurd in, teqîneke mezin rû da.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê hatine, teqîn li herêma Şiqeyêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûdê rû daye û wesayîtek teqiyaye.
Çavkaniyeke ewlehîyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) erebeyek li Şêxmeqsûdê teqand û di encamê de endamekî Komîteya Aboriyê jiyana xwe ji dest da û 2 welatiyên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin