Li Tehranê ji bo Serokomarê Îranê nimêja cenazê hat kirin
PeyamaKurd – Li Tehranê ji bo Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, merasîmek tê lidarxistin.
Cenazeyên Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abullahiyan û rayedarên din ji bajarê Tebrîzê birin paytext Tehranê.
Ji bo cenazeyên birin Balafirgeha Mehrabadê merasîmeke pêşwazîkirinê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar a cenaze, îro li Tehranê nimêja cenazê ya Reîsî û şanda pê re tê kirin.
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî wê nimêja cenazê bike.
Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku merasîma cenaze wê piştî nimêjê ji Qada Şoreşê heta Qada Azadiyê bidome, ji welatiyan hat xwestin ku bi wesayîtên gel biçin qadê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin