Li Tirkiyê dolar, euro û zêr li hember lîreyê tirkî gihîst asta lutkeyê
PeyamaKurd – Li Tirkiyê ev demek dirêj e krîzeke kûr a aborî heye û bi anîna dolarên ji derve yên wekî welatên Qeterê bilindbûna nirxa dolar û euro li hemberî lîreyê tirkî dihat rawestandin.
Îro 6ê Tebaxê dolar, euro û zêr li bazarên Tirkiyê gihîşt asta xwe ya herî bilind û lîreyê tirkî li hember wan bi nirxeke zêde kêm bû.
Li gorî zanyariyên borseya Stenbolê BIST 100ê nirxê borseyê ji sedî 0,11 kêm bû û dolar jî heta radeya 7,25 lîreyê tirkî bilind bû. Herwiha yek euro jî bû 8,57 lîreyê tirkî. Di zêr de jî bilindbûneke zêde îro hatiye tomarkirin ku grama zêr gihîşt 470 lîreyê tirkî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin