Li Tirkiyê Dolarê Amerîkî rekoreke dîrokî sikand

15 October 2021 11:30 0 dîtin
Li Tirkiyê Dolarê Amerîkî rekoreke dîrokî sikand

PeyamaKurd – Li Tirkiyê Dolarê Amerîkî rekoreke dîrokî şikand û 9.20 derbas kir. Serokomarê Tirkiyê di hundurê hefteyê de, 3 berpirsên Banka Navendî ji kar derxist. Piştî wê biryarê, Lîreyê Tirkiyê di dîroka xwe de asta nizimtirîn dît. Şikestina Lîreyê Tirk berdewam e. Şarezayên babetê dibêjin heta dawiya salê dibe ku Dolar 10 Lîreyên Tirkiyê derbas bike.

Yek ji endamên Lijneya Polîtîkayên Pere û 2 cîgirên Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê, roja Çarşemê bi biryara Serokomariya Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin. Piştî biryara Serokkomariyê Dolar li Tirkiyê 9.20 derbas kir û Lîreyê Tirk di dîroka xwe de gihîşt asta nizimtirîn.

Bilindbûna nirxê Dolar û Euro li Tirkiyê bandorê li ser enflasyonê jî dike. Ji ber ku beşek mezin ya kerta hilberînê li Tirkiye girêdayî kirîna ji dewletên biyanî ye. Ev yek jî dibe sedem ku bilindbûna Dolar ji welatiyên Tirkiyê re wek zam vegere.

Di nav 40 rojên dawîn de pereyê ku li hemberî Dolar herî zêde nirxê wî şikestî Lîreyê Tirk e. Ji serê sala 2021an pê ve nirxê Lîre qasî %17.8an şikestiye. Li gorî pêşbîniyên şarezayên aboriyê heta dawiya salê şikestina Lîre dê %20an bihûre.