Li Tirkiyê operasyon: 74 serbaz hatin binçavkirin

09 November 2018 11:49 0 dîtin
Li Tirkiyê operasyon: 74 serbaz hatin binçavkirin

Peyamakurd - Hat ragihandin ku bi hinceta lêpirsîna dijî FETOyê hevdem li 32 bajarên Tirkiyeyê îro 9ê Mijdarê operasyon hat pêkanîn û di encamê de ji 103 leşker û serbazên lêpirsîn ser wan hebû, 74 ji wan hatin binçavkirin.

Li gor ragihandina medya tirk, bi hinceta ku wan leşkeran bi rêya telefonên sabît danûstandin ligel FETOyê kiriye lêpirsîna dozgeriyê destpê kiriye û operasyon li ser wan hatiye kirin.