Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 20 milyon kesan dozek derzî jî li xwe nedane

06 August 2021 20:05 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 20 milyon kesan dozek derzî jî li xwe nedane

PeyamaKurd – Li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê tevî ku helmeta derzîlêdanê bo xweparastina ji vîrusa koronayê berdewam dike jî hîn jî bi milyonan kesan derzî li xwe nedane.

Bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Sêrt, Çewlig, Batman û Mêrdînê ji ber ku pêleke din a belavbûna vîrusê dest pê kiriye, rewş gihîştiye asteke metirsîdar û di nexweşxaneyan de jî cihê razandina nexweşên koronayê tije bûne.

Saziya Yekîtiya Hekîman (TTB) ev demeke bi kampanyayên cûda bangewaziya derzîlêdanê dike, lê li bajarên Bakurê Kurdistanê hê jî rêjeya derzîlêdanê kêm e û ev jî bûye sedema karesateke nû ya koronayê ku hem hejmara mirinan hem jî ya pêketiyan gelekî zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, heta niha li seranserê Tirkiyê 75 milyon doz derzîyên koronayê hatine lêdan, lê hejmara kesên doz derzî li xwe dane hê jî kêm e û pêşiya pandemiyê nehatiye girtin.

Koca diyar kiriye ku heta niha 20 milyon û 570 hezar welatî qet dozek jî derzî li xwe nedane yan jî taloq dikin ku ev jî dibe sedem ku leza belavbûna vîrusê kêm nebe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de, rojane nêzî 30 hezar pêketiyên nû têne tomarkirin û zêdetirî 100 kesan jî ji ber koronayê wefat dikin.