Li Wanê alava leskerî wergeriya: 11 lesker birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Elbakê (Başkale) alava leşkerî ya ku dewriye digerand, ajotvanê wê desthilata alavê wenda kir û ji ser rê derket û wergeriya. Di qezayê de 11 leşker birîndar bûn û rewşa 6 leşkeran xerabe.
Qeza ji navça Elbakê bi 60 km yan dûr li gundê Xaşkanê (Esenyamaç) di wexta sibê de çêbû. Tîmên tenduristiyê di serî de li ciyê bûyerê mudaxeleyê birîndaran kirin, wan birin nexweşxana dewleyê ya Elbakê (Başkel) û yên rewşa wan giran bûn, wan birin nexwexana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Wanê.
Hat ragihandin ku rewşa 5 leşkerên din başe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin