Li Wan, Colemêrg û Bedlîsê rêyên 406 gundan hatin girtin

03 January 2022 18:00 0 dîtin
Li Wan, Colemêrg û Bedlîsê rêyên 406 gundan hatin girtin

PeyamaKurd – Ji ber pêla barîna berfê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên hejmarek zêd yên gund û navçeyan hat girtin.

Li gorî zanyariyên dawî, li bajarên Wan, Colemêrg û Bedlîsê rewşa xirab a hewayê û barîna berfa zêde rêyên 406 gund û navçeyan hatin girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandiye, ji ber berf û pûkê rêyên 224 gund û navçeyan hatine girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Li Colemêrgê jî ji roja Yekşemê ve berfê dest pê kiriye û heta niha rêyên 112 gund û navçeyan hatine girtin ku xebatên vekirina rêyan didomin.

Dîsa li Bedlîsê jî, rêyên 70ê gundan ji ber berfê hatine girtin û xebat û hewlên vekirina wan rêyên gundan bi maşîneyan berdewam dikin.