Li 7 navçeyên Qersê û 2 navçeyên Batmanê rêyên 230 gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber barîna berfa zêde li bajarên Qers û Batmanê yên Bakurê Kurdistanê, li 9 navçeyan rêyên 230 gundewaran hatine girtin.
Li Qersê ji ber barîna berfa zêde li navenda bajêr rêyên 13 gundewaran, li navçeya Akyaka 6, li Arpaçay 19, li Dîgorê 9, li Kaxizmanê 40, li Sarqamişê 17, li Selîmê 6 û li Susuzê rêyên 10 gundan hatin girtin.
Li bajarê Batmanê jî ji ber bandora berfa ku ji 26ê Çileyê ve dewam dike, li navçeyên Sason û Hezoyê rêyên 110 gundewaran hatin girtin.
Xebatên bo vekirina wan rêyan hîn berdewa dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin