Li Wanê 84 kesên çûbûn taziyê bi koronayê ketin

10 May 2020 22:47 0 dîtin
Li Wanê 84 kesên çûbûn taziyê bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Li gundekî Wanê 6 kesên din ên beşdarî şînîyekê bûbûn bi koronayê ketin û hejmara kesên ji ber wê şînê bi vîrusa koronayê ketine, gihîşt 84 kesan.

Li Gundê Sîvanê yê Wanê berî çend rojan bi destûra muxtarê gund, digel hebûna qedexeyê jî şînek hatibû danîn û bi dehan kesên beşdarî wê taziyê bûn, testên wan ên koronayê pozîtîf derketin.

Herî dawî encama testên 6 kesên din pozîtîf derket û hejmara giştî ya kesên ji wê şîniyê bi koronayê ketin gihîşt 84 kesan.

Ew gund bi biryara Walîtiya Wanê hatiye karantînakirin û ji aliyê karmendên tendirustiyê ve pişkinînên koronayê bi berdewamî têne kirin.

Li gorî daxiyaniya parêzgariya Wanê, tevî 84 kesên ji wî gundî bi koronayê ketine, bi giştî heta niha 362 kes li bajêr bi vîrusa korona ketine.