5 kesên çûbûn seredana Tîtanîkê jiyana xwe ji dest dan

23 June 2023 00:26 0 dîtin
5 kesên çûbûn seredana Tîtanîkê jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – 5 kesên ku bi keştiyekî biçûk ya noqavê çûbûn seredana keştiya Tîtanîkê ku di sala 1912san de noqav bûbû û herî kêm tê de 500 kes miribûn, ji ber nemana oksîjenê jiyana xwe ji dest dan. Her 5 kes roja yekşema borî bi keştiyekî biçûk ya noqvê xwe berdabûn kûrahiya deryayê ya 3.800 metreyan da enqazên keştiya Tîtanîkê bibînin.

Ewlekariya Peravên Amerîkayê ragihand ku her 5 kesên di keştiyê de jiyana xwe ji dest dane û got:

“Ji bo malbatên kesên di bin avê de ne, sersaxiyê ji wan re dixwazin.”

Keştiya ku 5 kesan hildigirt ya bi navê Polar Prince piştî 1 seet û 45 deqeyan têkiliya wan bi ser rûyê erdê re hatibû birîn. Di nav keştiya geştiyaran de milyarderê Îngîlîz ku hem kaşif bû Hamish Harding (58), kâşife Fransiz Paul-Henry Nargeolet (77), Ceoyê Ocean Gate Expeditions û hem damezrênerê wê Stockton Rush, karsazê Îngîlîz ku bi xwe eslê wî Pakistanî bû Shahzada Dawood (48) û kurê wî Suleyman (19) hebûn.