Li Wanê bi dijwariya 4.7an erdhejek çêbû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Elbak Wana bakurê Kurdistanê bi dijwariya 4.7an erdhejek çêbûye.
Li gorî Navenda Çavdêriya Erdhejan a Kandilliyê ya Zankoya Bogaziçiyê; li navenda Elbaka ser bi Wanê ve bi dijwariya 4.7 pileyan erdhejek çêbûye.
Erdhej li gorî dema herêmî di 08.39an û 5 kîlometre di bin erdê de rû daye û derbarê ziyan û ziraran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin