Li Wanê cûreya Delta ya ji Hindistanê belav bûye hat tomarkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 8 pêketiyên vîrusa Korona ya ji cûreya Delta ya ji Hindistanê belav bûye hatin tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca do di kongreyeke rojnamevanî de ya piştî civîna Encûmena Zanistî li Enqerê de qala rewşa Koronayê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û da zanîn, heta niha li Tirkiyê ti pêketiyekî bi cûreyê Delta Plus a vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin, lê li 16 parêzgehan 134 pêketiyên bi cûrê Delta ya Koronayê hatine tomarkirin.
Fahrettîn Koca li gor rêzbendiyê hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronaya Delta li parêzgehan diyar kir; li Stenbolê 82, Duzce 18, Wan, 8, Enqere 4, Îzmîr 3 û li parêzgehên din jî 1-2 pêketî hatine tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê eşkere kir, her çiqas derzî di berengarbûna vê cûrê Koronayê de jî karîger e, lê guman heye ku ew vîrus ji vîrusa asayî bi awayekî bileztir belav bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin