Xwepêsandanên Wanê li Colemêrgê jî belav bûn! Bi kalasnîkovan gel gulebaran kirin!
PeyamaKurd – Rageşiya li ser belgeya hilbijartinê ya duh li Wanê destpê kir, li navçeyên Colemêrg û Geverê belav bû.
Li navenda sûka Colemêrgê alozî derket û esnafan derabeyên xwe girtin. Dema ku polîsan mudaxeleyî xwepêşanderan dikir car caran gule li hewayê reşandin. Herwiha ekîbên cendirmeyan jî wek hêz şandin navenda sûkê.
Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk, midûrê polîsan û fermandarê cendirmeyan hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Hat diyarkirin ku li Colemêrgê ku bûyer lê qewimîn gelek kes hatin desteserkirin. Komên li kolana Cengîz Topel a Geverê kom bûn, agir pêxistin û rê li trafîkê girtin. Rageşiya di navbera polîs û xwepêşanderan de didome.
Bi kalaşnîkofan gel gulebaran kirin!
Ji aliyê din ve dema ku bûyer didomin, di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de bi awayekî zelal dihat dîtin ku bi kalaşnîkofan gule li gel reşandine.
Parlamenterê DEMê yê Colemêrgê Vezîr Parlak têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got:
"Li Colemêrgê dijminên gel di bin çavdêriya polîsan de bi kalaşnîkofan guleyan li gel dibarînin. Yên ku îxanetê li gelê xwe dikin û rûmeta xwe difiroşin kolonyalîstan, bila baş bizanibin ku gelê birûmet û ciwanên welatparêz ên Colemêrgê serî natewînin. Li hemberî her gef û êrîşan wê polîtîkayên wan ên şerê taybet têk bibe. Ciwanekî me yê bi tenê jî wê têk biçe." <
>Hakkari’de halk düşmanları polis nezaretinde halka kalaşnikoflarla ateş ediyor. Halkına ihanet edenler, haysiyetini sömürgecilere satanlar şunu iyi bilsin ki, Hakkari’nin onurlu halkı ve yurtsever gençliği onların hiçbir tehdit ve saldırısına boyun eğmeyecek, özel savaş… pic.twitter.com/lEUwbUzrpA
— Vezir Parlak (@vezirparlak) April 2, 2024

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin