Îran: Lêkolîner tênagihin zimanê ciwanên di xwepêsandanên vê dawî de hatine girtin

07 November 2022 14:31 0 dîtin
Îran: Lêkolîner tênagihin zimanê ciwanên di xwepêsandanên vê dawî de hatine girtin

PeyamaKurd – Wezîrê Çand û Geştûguzariyê yê Îranê Îzetullah Zerxamî diyar kir, lêkolîner tênagihin zimanê ciwanên ku di xwepêşandanên vê dawî de hatine girtin.

Li gor zanyariyan, efserekî lêkolîner ji Wezîrê Çand û Geştûguzariyê yê Îranê re diyar kiriye: “Ne em têdigihin girtî çi dibêjin û ne jî ew ji me têdigihin.”

Herwiha Wezîrê Çand û Geştûguzariyê yê Îranê di vê derbarê de roja Yekşemê 6ê Mijdarê li zanîngeha Şerîf a Tehranê axivî û eşkere kir: “Lêkolînerê sereke yê girtiyên vê dawiyê yên xwepêşandanên Îranê ku ezmûneke wî yê dirêj di lêpirsîna siyasetmedaran de ye, piştî ku bi sedan lêkolîn di van rojan de kirine, li xwe mikur hatiye ku ew tênagihin zimanê (bîr û baweriyên) ciwanên hatine girtin.”