Rêveberiya Ewlekariya Wanê li ser îdiayên revandina zarokan daxuyaniyek belav kir

25 May 2022 12:59 0 dîtin
Rêveberiya Ewlekariya Wanê li ser îdiayên revandina zarokan daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Ewlekariya Wanê di derbarê îdiayên revandina zarokan li çend parêzgahên Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ew îdia red kir.

Li gor Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê di daxuyaniya xwe de diyar kir, îdiayên li ser medyaya civakî li parêzgehên cuda yên wekî Wan, Diyarbekir, Riha û Kirikkaleyê nûçe/postên revandina zarokan tên kirin, rastiyê nîşan nadin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê eşkere kir: “Derbarê vê mijarê de li rêveberiya me û rêveberiyên polîsan ên li parêzgehên navborî tu gilî û gazin nehatine tomarkirin. Nivîsên bi vî rengî yên xerab ên 'revandina zarokan' ku li ser medyaya civakî bi armanca provokasyonê, ewlekarî û aramiya parêzgeha me dike hedef û têgihîştineke neyînî çêdikin, rastiyê nîşan nadin.”