Desteya Rêveberiya DEM Partiyê li Wanê civiya

02 August 2024 19:16 0 dîtin
Desteya Rêveberiya DEM Partiyê li Wanê civiya

PeyamaKurd – Desteya Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li bajarê bakurê Kurdistanê Wanê civiya.

Di civîna ku îro 2yê Tebaxê li Wanê hate kirin de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari beşdarî kirin.

Civîna Desteya Rêveberiya DEM Partiyê ya Wanê piştî ku li Wanê 11 rêveber û endamên partiyê du roj berê hatin desteserkirin pêk hat.

Hate ragihandin ku mijara civînê "Kampanyaya Nan û Edaletê” û êrîşên li hemberî zimanê Kurdî ne ku di van rojan de nivîsên Kurdî yên hişyariyê ji kolanan têne jêbirin û gelek kes bi hinceta beşdarî govendan bûne têne girtin.

Li aliyê din Komxebata Rêvberiyên Herêmî ya DEM Partiyê jî li bajarê Wanê dewam dike.