Desteya Serokatiya Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser civiya
PeyamaKurd – Desteya Serokatiya Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser civiya û gotûbêj li ser zêdekirina mûçeyên fermanberan û nehiştina bihabûna di bazaran de kir.
Desteya Serokatiya Encûmena Cîbicîkar, di civînê de mekanîzmaya peydakirina kelûpelên serekî yên xelkê weke ard, nan, xaz, gaz û hemû cûrên din yê sotemeniyê gotûbêj kir.
Li gor daxuyaniya civînê, divê bi rêya çalakkirina dezgeha dabeşkirina xwarin û çavdêrîkirin û kontrolkirina nirxan, berjewendiyên xelkê bêne parastin.
Herwiha di civînê de zêdekirina mûçeyên karmendan li saziyên Rêveberiya Xweser li gor şiyanên wê yên darayî hat gortûbêjkirin.
Herî dawî qala rewşa tendirustiyê hat kirin û tekezî li ser girîngiya rêkarên xweparastinê û belavkirina hişyariyê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin