Li Wanê dijî tîma saredariyê êrîsa çekdarî: 2 kesan can da
PeyamaKurd – Li navçeya Qerqelî (Ozalp) a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, li dijî wesayîteke şaredariyê êrîşeke çekdarî pêk hat ku di encama êrîşê de karmendekî şaredariyê û kesekî din hatin kuştin.
Parêzgariya Wanê derbarê bûyerê de bi daxuyaniyekê ragihand ku bûyer îro 14ê Gulanê dema tîma alîkariyê ya pandemiya koronayê ji taxa Egrîbelen a karantînakirî vedigeriya, ji aliyê kesên di nav otomobîleke li pişt wan ve rastî êrîşeke çekdarî hatiye.
Hat diyarkirin ku êrîş li demjimêr dor 12:00an pêk hatiye û êrîşkaran bi çekên luledirêj êrîş kirine û piştre ji cihê bûyerê reviyane.
Parêzgariyê da xuyakirin ku karmendekî şaredariyê û kesekî sivîl di encama wê êrîşê de can dane û karmendekî din ê şaredariyê jî birîndar bûye ku ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Ozalpê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî bûyerê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn dane destpêkirin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de berpirsên êrîşê nehatine eşkerekirin, lê medya Tirkiyê bi vê êrîşê PKKê tawanbar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin