Li wî welatî, vîrûsa kujer bû sedema metirsiyê!
PeyamaKurd- li welatên Afrîkayê yên Tanzanya û Gineya Ekvatorî, vîrûsa kujer a Marburgê hat dîtin û ji ber vê yekê jî Welatên Kendavê ji welatiyên xwe xwestin ku serdanên xwe yên li van deveran paşve bixin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, li ser vê metirsiyê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: " Em welatiyên Îmaratê şîret dikin ku geştên xwe yên Tanzanya û Gineya Ekvatorîal ên ku vîrûsa Marburgê lê tê dîtin, paşve bixin."
Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê ve hat dayîn de jî bang li Tanzanya û Gineya Ekvatorî hat kirin ku heta vîrûsa Marburgê bê kontrolkirin, ji sefera van herdu welatan dûr bisekinin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin