Pentagon: Dê êrîsa yekalî ya Tirkiyê bibe sedema metirsiyên cidî

06 October 2019 09:41 0 dîtin
Pentagon: Dê êrîsa yekalî ya Tirkiyê bibe sedema metirsiyên cidî

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Sean Robertson li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên operasyona ser Rojhilatê Firatê da xuyakirin, dê operasyoneke muhtemel a yekalî ji bo Amerîkayê metirsiyên cidî derxe holê.

Robertson got, “Bêyî agahdariya me encamdana her operasyonekê dê metirsiyên cidî derxe holê.”

Robertson wiha axivî: “Heger Tirkiye vê gavê bavêje, wê gavên hevbeş ên ji bo ewlekariya bakur û rojhilatê Sûriyê bikeve xeteriyê. Amerîka halêhazir dixwaze mekanîzmeya hnevbeş ya navbera Tirkiye û Amerîkayê bi ser bikeve.”

Berdevkê Pentagonê diyar kir ku Amerîka dixwaze demildest ligel Tirkiyeya endama NATOyê ewlekarî li bakurê Sûriyê were dabînkirin û herêma ewle were pêkanîn.

Wî herwiha da zanîn ku niha metirsiyeke zêde ya ji nû ve derketina DAIŞê heye.