Pentagon: Êrîsa Tirkiyê ya ser Kurdên Sûriyê nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) li ser îhtimala ku Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike hişyarî da Tirkiyê û got: "Ew kar nayê qebûlkirin."
Berdevkê Pentagonê Sean Robertson di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê ya derbarê egera êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, her êrîşek yekalî li ser navçeyên bakurê Sûriyê cihê nîgeraniyê ye, bi taybet navçeyên ku leşkerên Amerîkî lê ne û her pêngavek ji wî awayî nayê qebûlkirin.
Berdevkê Pentagonê got: "Em bi berpirsên Tirkiyê re civiyane û me behsa wê pirsê bi wan re kiriye û me nîgeraniya xwe jî gihandiye wan."
Sean Robertson eşkere kir, guftûgo û rêkeftin take çareserî ye ji bo pirsa ewlehiya li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê.
Tirkiyê gelek caran gefa êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê xwariye û bajarê Efrînê jî bi destûra Rûsyayê ya qada esmanî dagîr kiribû, lê Serokê Amerîka herî dawî gotibû, ne ji wî ba Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê êrîşî ser Kurdan kiriba û Kurd tune kiribana.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin