Li Xarpêtê sûnwarekî dîroka wê digihe Romayê hat dîtin

21 February 2022 21:45 0 dîtin
Li Xarpêtê sûnwarekî dîroka wê digihe Romayê hat dîtin

PeyamaKurd – Li navçeya Axinê ya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, di geliyekî de şûnwarên dîrokî yên serdema Romayê hatin dîtin.

Hat ragihandin ku li gundê Şêxlerê yê Axinê, dema geştiyar li nav xwezayê digeriyan 3 kîlometre dûrî gund di nav gelî de şûnwarên dîrokî dîtin û berpirsên tîma kolandinê ya Keleha Xarpêtê pê agahdar kirin.

Piştî lêkolînan derketiye holê ku şûnwarên di nav gelî de hatine dîtin yên berî 1800 salan ên serdema Romayê ne û cihên îbadeta heyama veşartî ya ola Xirîstiyaniyê di nav de cih digrin.

Akademîsyen û Serokê Tîma Kolandinê ya Keleha Xarpêtê Îsmaîl Aytaç gotiye: “Em texmîn dikin gorên zinarî yên di vî geliyê em tê de ne, yên piştî zayînê sedsala 2-3ê ya serdema Romayê ne. Lê piştî wê di serdema Bîzansê de dibe ku wek cihên yekem `katakomb`ê ku Xirîstiyanên veşartî tê de îbadeta xwe dikirin jî hatibe bikaranîn. Bi taybetî di van `katakomb`an de gorên zinarî, avahiyên zinarî dihatin bikaranîn.”

Îsmaîl Aytaç daye zanîn: “Di gorên zinarî de avakirineke du qatî heye. Bi taybetî qatên wan ên serî saxlem mane. Cihên ji bo merasîman hatine kolandin hene. Hinek jê xirab bûne, lê yên saxlem jî hene. Heta niha ev gorên zinarî yên du qatî di çavkaniyan de cih negirtine. Ev avahî dema Xirîstiyanî qedexe bû, ji bo îbadetê hatine bikaranîn.”

Ew geliyê li gundê Şêxlerê 4 kîlometreyan dirêj e û xwediyê erdnîgariyeke taybet e ku rûbareke diherike Gola Bendava Kebanê jî di nav wî gelîyî de heye.